Li Tirkiyê Komeleya Kedkarên Gelemper nerazîbûn nîşan da

Herwiha rayedarên komeleyên kedkaran jî amaje pê kirin heta ku mafên xwe yên hatine binpêkirin bidest nexin ew dê her di nava têkoşînê de bin
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Li seranserê Tirkiyê bi pêşengiya komeleyên karker û karmendan bi armanca xwedîderketina karker, mamoste û akademisyenên ji ser kar hatine durxistin 1ê Cotmehê starta rêze çalakiyan hatibû dayîn. Rêze çalakiya dawî li Enqerê bi tevlîbûna bi hezaran kesî pêk hat.

Ji bo karmend, karker û akademiyenên ji ser kar hatine durxistin bi bangavaziya Komeleya Kedkarên Gelemper(KESK) û bi beşdarbûna nûnerên saziyên civakî, parlementer û bi hezaran welatiyan li Enqerê Paytexta Tirkiyê dihate xwestin ku mitîngeke mezin bê lidarxistin. Lê belê Parêzgariya Enqerê bi hinceta ewlehiyê destûr neda mitîngê. Li ser vê yekê li kolana Sakaryayê bi beşdarbûba hezaran kesî daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Di daxyaniyê de Hevseroka KESKê Şaziye Kose axaftinek kir û diyarkir ku, deshilatdariya AKPê bi hinceta Rewşa Awarte demokrasiya Tirkiyê binpê dike û Tirkiyê ber bi qeyraneke mezin ya siyasî û aborî ve dibe.

Hevseroka KESKê Şaziye Kose  wiha got:

"Li seranserê Tirkiyê ev bi rojan e em xwedî li karê xwe derdikevin, em xwedîli pêşeroja xwe û xeyalên zarokên xwe derdikevin. Em li hemberî kiryar û dek û dolabên hikûmetê bejna xwe natewînin."

Parlementerên HDP û yên CHPê jî piştgirî dan çalakiya karmendan û amaje pê kirin ku kedkar, mamoste û akademisyen temînata aştiya Tirkiyê ne, lê belê bi darê zorê tên bêdengkirin. Serokê Giştî yê DÎSKê Kanî Beko îdia kir ku li şûna akademisyen û mamosteyên ronak û demokrat, niha li dibistan û zankoyanmamosteyên faşîst û paşverû tên bicihkirin.

Serokê Giştî yê DÎSKê Kanî Beko ji aliyê xwe ve wiha axifî:

"Em di wê baweriyê de ne ku dê xwandekarên dibistan û zankoyan jîwê wan mamosteyên paşverû û faşist qebûl nekin. Li dijî ronak û mamosteyan darbeyek mezin pêk hatiye û bi kêfî mamosteyên me niha bê kar hiştin e. Li me ferze ku em ji bo mamosteyan têbikoşin."

Di daxuyaniyê de hate gotin ku li ser tavahiya gel êrîşên mezin pêk tên û hikûmet bi qedexeyan, bi girtin û kuştinan dixaze kiryarên xwe yên kirêt  bincil bike. Herwiha rayedarên komeleyên kedkaran jî amaje pê kirin heta ku mafên xwe yên hatine binpêkirin bidest nexin ew dê her di nava têkoşînê de bin û daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bidawî bû.