PSK’ê şaxa xwe ya Diyarbekirê vekir

Partiya Sosyalîst a Kurdistan PSK’ê, li Diyarbekirê şaxa partiya xwe vekir. Di merasîma vekirina şaxa partiya xwe de Mesut Tek axaftinek kir. Mesût Tek amaje kir ku wekî partiyeke bakur ew ê di heman demê de hemû parçeyên Kurdistanê bişopînin.

K24 – Diyarbekir  

Partiya Sosyalîst a Kurdistan piştî ku di meha Gulanê de bi awayekî fermî hat avakirin, şaxa partiya xwe ya Diyarbekirê bi merasîmekê vekir. Di vekirinê de Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan Mesût Tek amaje kir ku, piştî hewla derbeya leşkerî, derfetên girîng ketin destê Hikûmeta Tirkiyê, lê ev yek wekî têkbirina opozîsyonê hat bikaranîn.

Tek, xwest ku pirsgirêka Kurd bi awayeki demokratîk û aştiyane were çareserkirin.

Her wiha Mesût Tek piştgriya xwe ji bo Pêşmergeyan jî anî zimên ku, li dijî DAIŞ’ê parastina xaka Kurdistanê dikin. Mesût Tek anî ziman ku, ew bi serkeftina pêşmergeyan a li dijî DAIŞ’ê ku li cîhanê deng vedaye, gelek serbilind in.

Di axaftina xwe de Mesût Tek bal kişand ser pêwîstiya Kongreya Neteweyî û amaje kir ku, her çiqas kongre pêwîst be jî mixabin nakokiyên di navbera partiyên Kurdan de ji bo vê yekê dibin asteng.

Tek, bang li Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî kir ku, li Rojavayê Kurdistanê pergaleke ku siyaseta demokratîk were meşandin, ava bike.