Stanbol: 6emîn festîvala semayê ya navneteweyî hat lidarxistin

Hunera semaya modern li Stenbolê li sarnica Bînbîrdîreka qedîm di numayişeke taybet de hat nîşandan. Semayên modern yên bi navê Tango, Salsa û Oryantal di bin ronahiyên nûwaze de bi şovên taybet hatin nîşandan.
kurdistan24.net

K24 – Stanbol

Hunera semaya modern li Stenbolê li sarnica  Bînbîrdîreka qedîm di numayişeke taybet de hat nîşandan. Semayên modern yên bi navê Tango, Salsa û Oryantal di bin ronahiyên nûwaze de bi şovên taybet hatin nîşandan.

Mamosteya semaya Oryantal Dîlek Turan li ser vê cure semayê ji K24ê re axivî û got: “Oryantal semay Rojhilata Navînê ye. Ji bo jinan reqseke estetîk e û weke din anatomiya mirovan bi vê reqsê tê nîşandan. Ji bo vê reqsê partner ne girîng e. Jin dikarin vê reqsê bi tenê bikin. Kontrola bedenê di vê reqsê de gelek girîng e.”

Di numayişa rengîn de mamosteyên reqsê hunera xwe fêrî beşdaran jî kirin. Her reqs bi taybetmendiyên xwe û bi tevgerên xwe yên cuda ji hev vediqete.

Mamosteyê Zumbayê Remzi Oztosun jî got: “Zumba nîşaneya reqs û feetnîs e. Reqsa Zumbayê hem di werziş hem jî  di partîyan de mirov dikare bike. Di cureya zumabyê de hereketên cuda yên bedenê û mûzîk krîterên sereke ne.

Mamosteya Reqsa Kizoma Dile jî anî ziman: “Ev nezî 2 sal û nîv e ez vê  dansê dikim. Kizoma danseke ji çanda Efrîqayî ye. Reqseke Tangoyê loma  bala hunerhezan dikêşine. Ahenga mûzikê û reqsa kizoma gelek tê ecibandin. Ez gelek kêfxweş im ku min ev reqs kişf kiriye.”

Li sarnica dîrokî ku cara yekem ji bo çalakiyeke wiha balkêş mazûvantî kir, hem beşdar hem reqesvan şeveke xweş û geş derbas kirin.