Hêzên Amerîkayê li Deryaya Sor tê armanckirin

Ji bo sêyem car gemiya şer ya USS Mason ya Amerîkayê li Deryaya Sor, ji aliyê Husiyên Yemenê ve hate armanckirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo sêyem car gemiya şer ya USS Mason ya Amerîkayê li Deryaya Sor, ji aliyê Husiyên Yemenê ve hate armanckirin.

Wezareta Bergirîyê ya Amerîkayê ragihand, cardin li devera jêr desthilata Husiyên Yemenê êrîşî ser gemiya wan a hêzên deryayî li Deryaya Sor ya bi navê USS Mason hate kirin, lê ti zerarek negihiştiye wê gemiyê û leşkerên wê.

Beriya 2 rojan jî, hin rokêt ji Yemenê ve rastî wê gemiya Amerîkî hatin kirin, piştre Pentagonê ragihand, li ser razîbûna Serokê Amerîkayê û Wezîrê Bergiriyê, hêzên wan ew bingeha ku rokêt jê hatibûn avêtin, bombaran kirin, ku di wê çarçovê de 3 bingeh bi temamî ji nav birine. Herweha Ameîka haydarî jî da tîmên xwe yên leşkerî, ku di amadebaşiyê de bin ji bo bersivdana her gefekê, ku li ser gemiyên wan ên şer li Deryaya Sor bête kirin.