Bi vîdyo Ebadî destpêkirina operasyona Mûsilê ragehand
K24-Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê ji çekdarên DAIŞê ragehand.
Di gotarekê de Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî amadebûna fermandeyên serbazî yên Iraqê bo destpêkirina operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê ragehand, da zanîn ku, tenha Sûpa û polîs dicine nava bajêr, herwiha daxwaz ji xelkê Mûsilê kir ku, hevkariya Hêzên Iraqê re bikin.