Barzanî: Li her cihekî pêwîst be Pêşmerge dimîne

Fermandarê Hêzên Çekdar yê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî gihêşte Eniya Xazir û çeperên şer yên hêza Pêşmerge û li wê eniyê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, li her cihekî pêwîst be Pêşmerge dimîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Hêzên Çekdar yê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî gihêşte Eniya Xazir û çeperên şer yên hêza Pêşmerge û li wê eniyê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, li her cihekî pêwîst be Pêşmerge dimîne.  

Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî piştî gihêşt Eniya Xazir di konferanseke rojnamevanî de ragihand, , ev qonava yekem e ji operesyonê û bêgûman bi serkeftin bidawî dibe, ku heta niha serkeftineke mezin bidest xistiye û 200 k.m çargoşe kontrol kirine.

Herwiha Barzanî ragihand, bo wê mebestê, berî destpêkirina operesyonê, wan serdana Bexdayê kirin û derbarê hûrgiliyên wê operesyonê rêkeftin.

Barzanî amaje bi wê yekê kir ku, bo yekem çar e jî xwîna Pêşmerge û artêşa Iraqê tevlî hev dibe û li dijî dijmenekî şer dikin.

Di konferansa rojnamevanî de, Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî bersiva rojnamevanan da û got: “Îro rojeke dîrokî ye xala guhartina şerê li dijî DAIŞê ye. Yekem car e xwîna Pêşmerge û artêşa Iraqê tevlî hev dibe.”

Îro berbangê, operesyona rizgarkirina Mûsilê bi beşdariya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û artêş û hêzê din yên Iraqê dest pê kir.

Barzanî got jî, operesyon bi serftin bidawî dibe û Mûsil tê kontrolkirin, lê şerê terorê bidawî nabe, dibe ku DAIŞ bi awayekî din serê xwe hilde.

Derbarê mana hêza Pêşmerge li navçeyên kun û kontrol bikin, Barzanî ragihand, Her cihek pêwîst be, Pêşmerge dimîne, ew jî bi rêkeftin ligel hikûmeta Iraqê dibe.

Li ser hatina koçber û derbiderên Mûsilê, Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, hemû hewlek dikin ku kêmtirîn xelk koçber bibe, ji ber ku niha yek milyon û 800 hezar penaber li Herêma Kurdistanê ne, lê hevahengî ligel NY jî heye.