Artêşa Tirkiyê darên zeytûnê yên Efrînê hildike

Artêşa Tirkiyê darên zeytûnê li herêma Efrînê hildike û dîwarekî di navbera Efrîn û Bakurê Kurdistanê de ava dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê darên zeytûnê li herêma Efrînê hildike û dîwarekî di navbera Efrîn û Bakurê Kurdistanê de ava dike.

Gundiyên gundê Sorkê yê navçeya Reco ya Efrînê ji K24ê re ragihandin ku, ji duh ve artêşa Tirkiyê sînorê Rojavayê Kurdistanê derbas kiriye û bi sedan darên zeytûnê yên gundê Sorkê hildike.

Bi mebesta şermezarkirin û rawestandina hilkirine darên zeytûnê û avakirina dîwar, bi sedan gundiyên navçeya Reco li ser sînor kom bûne.

Ji destpêka îsal ve Artêşa Tirkiyê bo avakirina dîwarekî li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê, bi hezaran darên zeytûnê li herêma Efrînê hildike, bi taybet jî li gundên Qermîliq û Merwanê yên navçeya Şiyê.