3 hezar penaberên Mûsilê gihêştin Hesekê

Serokê Nivîsgeha Saziyên Mirovî li Cezîrê Dijawar Ehmad di daxuyaneyeke taybet de ji bo K24 diyar kir ku, ta niha nêzî 3 hezar koçber ji bajarê Mûsilê berê xwe dane Rojavayê Kurdistanê û li kampa Holê ya li başûrê Hesekê bicih bûne.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Serokê Nivîsgeha Saziyên Mirovî li Cezîrê Dijawar Ehmad di daxuyaneyeke taybet de ji bo K24 diyar kir ku, ta niha nêzî 3 hezar koçber ji bajarê Mûsilê berê xwe dane Rojavayê Kurdistanê û li kampa Holê ya li başûrê Hesekê bicih bûne.

Ehemd amaje bi wê yekê jî kir, ku dora 6 hezar penaberên Iraqî li kampa Holê ne. Herwiha nêzîkî 3 hezar penaberên din yên Mûsilê niha li ser sînor in, hewl didin derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin. 

Ehmad got jî: “Hin amadekarî bi Komisyona  Karûbarên Koçberan ya NY re hene, ku kampa holê bê ferehkirin, da ku bêtir ji 40 hezar penaberî li xwe bigire, ji ber ku pêşbîn e ta bi 100 hezar koçber ji Mûsilê bighêjin Rojavayê Kurdistanê.”

Herwiha Ehmed banga rêxistinên navdewletî kir û got: “Me gelek name ji rêxistinên navdewletî re bi rê kirine, ku Rojavayê Kurdistanê di rewşeke awarte re derbas dibe, em bi hêvî ne bo vê pêla koçberiyê bi me re alîkar bin.”

Ji duh ve danê sibê ve operesyona rizgarkirina Mûsilê ji aliyê artêşa Iraqê û Pêşmergeyên Kurdistanê ve dest pê kiriye, heta niha hêza Pêşmerge artêşa Iraqê 20 gund control kirine.