K24 diçe nava cebexaneya DAIŞê

Piştî duh artêşa Iraqê çend navçe li nêzîkî qezaya Hemdaniyê rizgar kir, tîma K24ê wek yekem medya diçe nava gundê Tepe ya ser bi wê qezayê ve û wêneyên cebexaneya çekdarên DAIŞê digire, ku li wî gundî li şûna xwe hêştibûn.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî duh artêşa Iraqê çend navçe li nêzîkî qezaya Hemdaniyê rizgar kir, tîma K24ê wek yekem medya diçe nava gundê Tepe ya ser bi wê qezayê ve û wêneyên cebexaneya çekdarên DAIŞê digire, ku li wî gundî li şûna xwe hêştibûn.

Peyamnêrê K24ê li gundê Tepe ragihand, hêzên Iraqî niha kontrola wê navçeyên dikin. Tîma K24ê romala zanyariyan dike û wêneyên paşmayîyên DAIŞê vediguhêze.

Peyamnêrê K24ê wêneyên cebexaneya DAIŞê li nava malekê de digire, ku 50 – 60 Hawinên 120 m.m û bi sedan bombeyên çandî ku dihatin amadekirin di wê male de bûn.