Şerekî dijwar li Hemdaniyê derdikeve
K24 – Navenda Nûçeyan
Şerekî dijwar di navbera artêşa Iraqê û çekdarên DAIŞê li bajarokê Hemdaniyê li başûrê rojhilatê Mûsilê dest pê kir û artêşa Iraqê pêgehên DAIŞê topbaran dike.
Berpirsekî leşkerî yê artêşa Iraqê aşkere kir, kontrolkirina Hemdaniyê bi piştevaniya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê dibe.
Li gor zanyariyên Peyamnêrê K24ê, artêşa Iraqê ji 4 aliyan ve êrîşî li ser navenda Hemdaniyê dike, ku berî wê 7 gund li derdora wî bajarokî kontrol kiribûn.
Li yek ji eniyên derdora Hemdaniyê jî, DAIŞê bersiva topbarana artêşa Iraqê da û êrîşî çeperên wê kiribûn.