Demîrtaş: Endamên me ji ber sedemên siyasî tên girtin

Hevserokê HDPê Selahatîn Demîrtaş di derbarê pêşveçûnên dawî yên Bakurê Kurdistan de li avahiya partiya xwe ya Diyarbekir civîneke çapameniyê li dar xist. Di civînê de Demîrtaş amaje kir ku ji 11’ê Cotmehê û pê ve 62 endamên wan bê pirs û bê delîl di binçav de ne.

K24 – Diyarbekir

Hevserokê HDPê Selahatîn Demîrtaş di derbarê pêşveçûnên dawî yên Bakurê Kurdistan de li avahiya partiya xwe ya Diyarbekir civîneke çapameniyê li dar xist. Di civînê de Demîrtaş amaje kir ku ji 11’ê Cotmehê û pê ve 62 endamên wan bê pirs û bê delîl di binçavê de ne.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahatîn Demîrtaş di derbarê endamên wan ên di binçav de ne amaje kir ku bi awayeke bêhiqûqî hatine binçavkirin û her wiha gelek endamên ku di binçavê de ne, pirsgirêkên tendirustiyê dijîn.

Demîrtaş da zanîn ku, ji 11 Cotmehê û pê ve 34 hevserok û herwiha 28 endam û rêveberên partiya wan di nav derfetên ne mirovane de tên girtin û di derbarê wan de ti delîlek jî tune ne û îfadeya wan jî nehatiye sitandin.

Di derbarê operasyona rizgarkirina Mûsilê de jî Demîrtaş amaje kir ku, Serokomar ji bo armancên Mîsaki Mîllî dixwaze tevlî operasyonê bibe û pêwîst e aktorên herêmê rê nedin ku, li ser demografiya Mûsilê lîstik werin lîstin.

Di derbarê pergala serokatiyê de Selahatîn Demîrtaş da zanîn, ji ber ku rê li ber dîktatoriyê vedike, ew ê bi hemû hêza xwe li dijî anîna pergala serokatiyê bisekinin.