Malbatên girtiyên ENKSê di metirsiyê de ne

Serkirde û endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) yên ku ji heyama 2 mehan ve ji aliyê Asayişa Rojava ve hatine girtin, rê li pêş serdana wan di zîndanê de hate vekirin. Malbatên girtiyan li ser çarenivîsa wan metirsîdar in û daxwaza serbestberdana wan dikin, yan jî girtiyan bibin pêş dadgehê.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Piştî 2 mehan ji qedexekirina serdana girtiyên ENKSê di zîndanên Rêveberiya Xweser de, rê li pêş serdana wan hate vekirin. malbata endamê Komîteya Rawêjkariyê yê Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Selah Beyro, dibêjin ku rewşa Selah ya tendirustî ne cîgir e û rojane pêwistiya wî bi hin cureyên dermanan heye, herwiha daxwaza serbestberdana wî û hevalên wî dikin.

Ji aliyê xwe ve, Dedgeha Gel ya Civakî ya Rêveberiya Xweser tekez dike ku, çi kesekî were girtin û doseya wî were dedgehê, dê serbest were berdan, heger ti tawanên cînayî li ser tune bin. Herweha dibêje jî, nabe girtî bê dadgehkirin di zîndanan de bimînin, nemaze ku xalên Hevpemaniya Civakî ya Rêveberiya Xweser bi xwe li ser vê yekê tekez kiriye.

Zêdetirî 27 serkirde û endamên ENKSê di merasîma pêşwaziya cenazeya şehîdê Pêşmerge Hebîb Qedrî yê ku li Herêma Kurdistanê şehîd bûbû, hatin girtin. Berpirsên ENKSê tekez dikin ku, alîgirên wan di ber nerînên xwe yên siyasî de hatine girtin.

Herwiha ENKSê bo şermezarkirina girtina siyasetmedaran, bi dehan mangirtin û xwepêşandan lidar xistin.

Lê Asayîşa Rojava û berpirsên Rêveberiya Xweser tekez dikin ku, ti girtiyên siyasî li cem wan tune ne û tenê ev kes ji ber sedemên yasayî hatine girtin.