Pêşmerge otombîleke bombebarkirî ya DAIŞê diteqînin
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li tevahiya derdora gundê Tîsxerab êrîş dikin û çariya Başîk – Bertele kontrol dikin.
Peyamnêrê K24ê li derdora gundê Tîsxerab ragihand, hêzên Pêşmerge li tevahiya derdora wî gundî êrîş dikin û riya derketina çend çekdarên ku di wî gundî de mane jî girtine, ku ji nava gund ve teqe li hêza Pêşmerge dikin.
Hêza Pêşmerge di wî gundî de otombîleke bombebarkirî ya DAIŞê teqandin û hewl didin jî ku otombîleke din ya bombebarkirî ku li nav gund maye, biteqînin.
Herwiha çekdarên DAIŞê ji nava gundê Tîsxerab bi Hawinan hêza Pêşmerge topbaran dikin û dixwazin rê li ber pêşketinên Pêşmerge bigirin, lê nikarin rê wê hêza Pêşmerge bigirin.
Heta niha hêza Pêşmerge li eniya bakur û bakurê rojhilatê Mûsilê 7 gund kontrol kirine û pêşveçûn berdewam in.
Li gor zanyariyan, heta niha li beşeke sereke ya hemû eniyan, plana leşkerî bi temamî cibicî kirine û bo kontrolkirina tevahiya navçeyên di nava plana leşkerî ya Pêşmerge de di pêşveçûnê de ne.