Teqandina otombîleke bombebarkirî ya DAIŞê
K24 – Navenda Nûçeyan
Otombîleke bombebarkirî ya DAIŞê ku berve çeperê Pêşmerge dihat û dixwast ku xwe di çeperê Pêşmergeyê de biteqîne, lê hêza Pêşmerge ew otombîla bombebarkirî teqand.
Hêza Pêşmerge li navçeya Filfêl çendî çar e teqe li wê otombîla bombebarkirî kirin, li dawiyê bi çekê Mîlan ew otombîl teqandin.
Fermandarekî Pêşmerge piştî teqandina wê otombîlê ji peyamnêrê K24ê re ragihand, îro û her li vî cihî, ev sêyemîn otombîla bombebarkirî ye, ji aliyê hêza Pêşmerge vet ê teqandin.