Dêrik: Çalakiyeke piştgîriyê ji girtiyên siyasî re

Xwecihiya Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) li bajarê Dêrikê, ji bo piştgiriya girtiyên ENKSê yên di girtîgehên Rêveberiya Xweser de, îro dest bi çalakiyekê kirin. Asayîşa Dêrikê jî endamekî ENKSê digire.

K24 – Navenda Nûçeyan

Xwecihiya Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) li bajarê Dêrikê, ji bo piştgiriya girtiyên ENKSê yên di girtîgehên Rêveberiya Xweser de, îro dest bi çalakiyekê kirin. Asayîşa Dêrikê jî endamekî ENKSê digire.

Peyamnêrê K24ê li Dêrikê ragihand ku, çalakiya piştgiriyê bo girtiyên ENKSê, ji demjimêrên sibehê ve dest pê kiriye û di dirêjahiya vê rojê de dê berdewam be.

Ji aliyekî din ve, hêzên asayîşa Dêrikê li derdora nivîsgeha ENKSê xalên pişkinînê zêde kirine û berpirsê Nivîsgeha Ciwan û Siporê Reşîd Hemgemor ji aliyê asayîşê ve hate girtin.

Herwiha asayişa Dêrikê nasnamên hejmarek ji endamên ENKS'ê jê standine.

ENKSê berya demekê bangewaziyek belav kir û tê de ragihand ku, “Ji ber beşdariya endam û alîgirên ENKSê di merasîma oxirkirina şehîdekî Pêşmerge ku di şerê DAIŞê de şehîd bûbû, bi dehan çalakvan, endam û serkirdeyên ENKSê ji aliyê desthilatên ser bi PYDê ve ji 3 mehan ve girtî ne.”

Herwiha ENKSê daxwaz ji rêxistinên navdewletî û hiqûqî û hêzên Kurdistanî kir ku, bi ENKSê re daxwaza azadkirina girtiyên siyasî yên ji aliyê Asayişa Rojava ve hatine girtin ve, bikin.