Ebadî hêzeke zêde dişîne Kerkûkê

Bi armanca rêgirê li pêşiya êrêşên DAIŞê were girtin.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi armanca rêgirî li pêşiya êrîşên çekdarên DAIŞê li wê parêzgehê ferman da ku, hêzeke zêde bişîne Kerkûkê.

Derbarê wê fermanê, Ofîsa Serokwezîrê Iraqê daxuyaniyek belav kir, tê de ragehand ku, Serokwezîrê fermanda ye hêzeke zêde bo bajarê Kerkûkê were rêkirin daku, rêgiriyê li pêşiya êrîşên DAIŞê were kirin.

Duh, hejmarek ji çekdarên DAIŞê êrîşî bajarê Kerkûkê kirin, lê Hêzên Pêşmerge û Polîsên navxweyî ew êrîş şikandin û piraniya wan çekdaran hatin kuştin.