35 dîplomatîkên Tirk daxwaza penaberiyê ji Almanya kirine

Piştî Kudetayê penaberî xwestin.

K24-Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Almanyayê ragihandku, Piştî hewla derbeya leşkerî ya 15ê Tirmehê 35 welatiyên Tirkiyê ku, xwedî pasaportên dîplomatîk bûn penahendeyê Almanyayê bûne.

Wezareta Navxwe yê Almanyayê pirsa Parlementerê Partiya Keskê Ozcan Mutlu bersivand û da zanîn ku, 35 kesên xwedî pasaportên dîplomtîk in ji Almanyayê daxwaza penahendebûnê kirine. Serdozgeriya Federal û Dadgehên Bilind li ser daxwaza dîplomatên Tirkiyê lêkolînan dike.

Berî niha jî televîzyonên Almanyayê ragihandibûn ku, piştî hewla derbeya leşkerî pasaportên 8 dîplomatên Tirkiyê bi hinceta pêwendiyên wan Tevgera Fetullah Gulen re heye hatibûn betal kirin. Ji wan 3 kes daxwaza penahendebûnê ji Almanyayê kiribû.