KCK: Tirkiyê bi hêza xwe ya leşkerî Rojava dagîr dike

Banga berxwedanê kir.

K24-Navenda Nûçeyan

Koma Civakên Kurdistanê(KCK)ê li dijî dagirkeriya Tirkiyê ya li Rojavayê Kurdistanê banga berxwedanê kir.

KCK bi daxûyaniyek nivîskî da zanîn ku, hikûmeta AK-Partiyê ji bo destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê pûç bike piştevaniya DAÎŞê kir û bû sedema mirina hezaran mirovan.

Yek ji wan berpirsên sereke Tirkiye ye ku, şerê li Sûriyê girantir kiriye. KCK dibêje di destpêkê de Tirkiye hewl da ku, bi riya DAÎŞ, El Nusra û Arteşa Azad Rojavayê Kurdistanê bifetisîne.

KCK da zanîn ku, niha ew bi hêzên xwe yên leşkerî Rojavayê Kurdistanê dagir dike. Lewma êdî li Suriyeyê pêvajoyek nû destpêkiriye û dê gelê kurd digel şoreşgerên Rojavayê Kurdistanê û Hêzên Sûriya Demokratîk li dijî Tirkiyê dest bi berxwedanê bikin.

KCK herwiha da zanîn ku, Tirkiye ne tenê li Rojavayê Kurdistanê li herêma Kurdistanê jî hewlên dagirkeriyê dike û divê hemî kurd dijî vê yekê nerazîbûn nîşan bidin.