Çawûşoglu : Rê nadin PKK li Kerkûkê tevgerê bike

Tirkiyê him bi hêzên xwe yên asimanî him jî hêzên herêmî ku, ji aliyê wan ve hatine perwerde kirin bi şêweyek çalak hevkariya operasyonê dikin.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çawûşoglu  derbarê hebûna gerîlayên PKKê ya li Kerkûkê nerazîbûnek tûnd nîşan da û ragehand ku, ew rê nadin PKKê  ku, li herêma Kerkûkê tevbigerin.

Çavuşoglu da zanîn ku, niha Tirkiye nav koalîsyona şerê dijî DAÎŞê de cih digre. Ew him bi hêzên xwe yên asimanî him jî hêzên herêmî ku, ji aliyê wan ve hatine perwerde kirin bi şêweyek çalak hevkariya koalîsyonê dikin.

Herwiha diyarkir ku, ew meseleya Kerkûkê jî dişopînin û derfetê nadin PKKyê û rêxistinên din yên terorê ku, li herêma Kerkûkê tevbigerin.