Fermandariya Giştî ya Hêza Pêşmerge bîloncoya îro radigihîne

Fermandariya Giştî ya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê di daxuyaniyeke leşkerî de encama operesyona îro ya hêza Pêşmerge ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandariya Giştî ya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê di daxuyaniyeke leşkerî de encama operesyona îro ya hêza Pêşmerge ragihand.

Di daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê de hat, îro 23 Cotmehê di demjimêr 12:00 hêza Pêşmerge karîn armancên xwe yên sereke di opersyoneke berfereh de li nêzîkî Başîkê li bakurê rojhilatê Mûsilê bidest bînin, ku 8 gund bi rûbera nêzîkî 100 k.m çargoşe dorpêç kirin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat jî, ev serkeftina mezin li pêş dema xwe ya diyarkirî bidest hat, niha hêza Pêşmerge bi kêmtirî 9 k.m li derdora Mûsilê cîgir bûne û îro nêzîkî demjimêr 12:00 li her du kûrahiyên rojhilat û rojavayê Beşîkê gihêştin hev.

Daxuyaniyê diyar kir ku, di wê operesyonê de ev gund hatin dorpêçkirin: Bîr Halan, Faziliye, Omer Qapçî, Kanûn, Behzan, Xerab Delîl, Tîz Xerab a Biçûk û Tîz Xerab a Mezin. Herwiha hêzên Pêşmerge karîn rûberekî fereh ji riya sereke ya Başîk û Mûsil kontrol bike, bi mebesta kêmkirina tevgera teroristên DAIŞê û rêgirtin li gihlştina hêzên piştevan ji wan re.

Di beşeke din ya daxuyaniyê de hat jî, operesyona de, herî kêm 8 otombîl û 3 motorsîkil ên bombarkirî yên DAIŞê hatin têkşikandin û ji aliyê firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî hatin teqandin. Herwiha bi dehan teroristên DAIŞê hatin kuştin, ku ji nava wan 5 berpirsên mezin bûn (Emîrê DAIŞê li eniya Başîk Ebû Faroq û Ebû Nasir, Ebû Hesen, Ebû Bekir, Ebû Ebdilreham)