Li Idlibê 16e welatiyên sivîl hatin kuştin

Di nav wan de 3ê zarok hene.

K24-Navenda Nûçeyan

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragehand ku, di encama êrîşên esmanî de ji firokeyên nenas li ser bajarê Idlibê 16e welatiyên sivîl hatine kuştin, di nav wan de 3ê zarok hene.

Derbarê wê êrîşê Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir, tê de da  ragehan ku, şeva borî hin firokeyên nenas bajarê Xanşêxûn li başurê Parêzgeha Idlibê bombebaran kirin di encam de 7 welatiyên sivîl hatin kuştin, ji wan zarokek û di jin hebûn.

Rewangehê da zanîn ku, wan firokeyan derengiya şeva borî êrîş birine ser  navçeya Kefir Texarîm jî û kiribûn armanc di encam de 7 welatî hatin kuştin, ji wan 2 zarok û 4 jin bûn.

Berî niha jî firokeyên rejîma Sûriyê navçeya Kefir Iwêd li devera çiyayê El-Zawiyê ku, dikeve başur rojavayê Parêzgeha Idlibê bombebarankiribû, di encam de jinek û zilamek hatibûne kuştin.