YE binçavkirina hevşaredaran bi metirsîdar binav dike

Yekîtiya Ewropa (YE) derbarê binçavkirina hevşaredarên Diyarbekirê de ragihand "Binçavkirina wan metirsîdar e"

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekîtiya Ewropa (YE) derbarê binçavkirina hevşaredarên Diyarbekirê de ragihand "Binçavkirina wan metirsîdar e"

Nûnera Siyaseta Ewlekarî ya Yekîtiya Ewropayê Federîka Mogherînî û Endamê Desteya Gotubêjên Firehbûna Ewropayê Johannes Hahn, derbarê binçavkirina hevşaredarên Diyarbekirê Gultan Kişanak û Firat Anlî de daxuyaniyek belav kirin.

Mogherînî û Hahn got ku, ew çaverê dikin ku, Tirkiye li gor serdestiya hiquqê, rêzgirtina mafên bingehîn yên azadiyê û hemû rêkeftinan tev bigere.

Herwiha xwestin ku şer û pevçûn bi dawî bibe û bijardeya herî baş çareseriyek siyasî ye.

Raportora Yekîtiya Ewropa ya derbarê Tirkiyê de Katî Pîrî jî da xuyakirin, binçavkirina her du şaredaran xeteriyek mezin e û ewê ji nêz ve bûyerê bişopînin.

Şeva borî her du Hevserokên Şaredariya bajarê Mezin a Diyarbekirê Gûltan Kişanak û Firat Anli ji aliyê Polîsên Tirkiyê hatin girtin.