Çekdarên DAIŞê rihên xwe kur dikin

Bi nêzîkbûna hêzên Iraqî ji bajarê Mûsilê ve, çekdarên DAIŞê rihên xwe kur dikin.

Bi nêzîkbûna hêzên Iraqî ji bajarê Mûsilê ve, çekdarên DAIŞê rihên xwe kur dikin.

Li gor nûçeyeke “AFB”, bi roja dehem ya operesyona rizgarkirina Mûsilê re, çekdarên DAIŞê rihên xwe kur dikin û cihên veşartina xwe li nava Mûsilê diguhêrin.

Hin ji niştecihên bajarê Mûsilê ragihandin, çekdarên DAIŞê xwe bo êrîşê amade dikin. Ev yek jî piştî wê yekê tê, ku hêzên Iraqî tenê 5 k.m ji aliyê rojhilat ve nêzîkî bajarê Mûsilê bûne.

Niştecihên Mûsilê gotin: “Hin ji çekdarên DAIŞê cih û malên xwe guhartine û ji aliyê rojhilatê bajêr malên xwe veguhastine aliyê rojava.”

Bazirganekî ji wê ajansê re ragihand ku, çekdarên DAIŞê rihên xwe kur kirine û cilûbergên xwe guhartine û xwe amade dikin, da ku ji bajarê Mûsilê birevin.

Hêzên Iraqî ji roja 17 Cotmehê ve, bi dehan hezaran leşker ji aliyê başûr, rojhilat û bakurê rojhilat ve di pêşveçûnê de ne. îro jî her du bajarokên Hemdaniye û Bertele li rojhilatê Mûsilê Kontrol kirin.