Amerîka: YPG beşdarî şerê Reqayê dibe

Bi mebesta cudakirina bajarê Reqa ya Sûriyê, ku navenda desthilata DAIŞê ye, Amerîka hewl dide hevpeymaniyekê li Sûriyê ava bike û dest bi wê piroseyê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi mebesta cudakirina bajarê Reqa ya Sûriyê, ku navenda desthilata DAIŞê ye, Amerîka hewl dide hevpeymaniyekê li Sûriyê ava bike û dest bi wê piroseyê bike.

Wezîrê Bergîriyê ya Amerîka Ashton Carter di çarçoveya serdanekê bo Herêma Kurdistanê de û piştî civîna bi Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî re, di konferanseke rojnamegerî de aşkere kir, ku artêşa Amerîka hewl dide bajarê Reqa ya Sûriyê cuda bike.

Artêşa Amerîka ragihand, Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji wan hêzên ku beşdarî cudakirina bajarê Reqayê dibin e, ku wek navenda desthilata DAIŞê tê jimartin.

Herwiha artêşa Amerîka ragihand, bêgûman kontrolkirina Reqayê gelek dem pê gerek e ji kontrolkirina Mûsilê.

Derbarê nîgeraniya Tirkiyê li hember beşdarîkirina YPGê di proseya Reqayê de, Washingtonê ragihand, guftûgo di wê derbarê de bi Enqereyê re berdewam e.