Bayik: AK-Partî dijminê gelê Kurd e

Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik dibêje AK-Partî dijminê gelê Kurd e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik dibêje AK-Partî dijminê gelê Kurd e.

Cemîl Bayik îro di gotara xwe ya rojnameya Ozgur Polîtîkayê de hatî weşandin de binçavkirina Hevşaredarên Diyarbekirê Gultan Kişanak û Firat Anli wekî êrîşeke li dijî viyan û hebûna gelê kurd bi nav kir. 

Bayik got, AK-Partî hebûna xwe li ser tinebûn û dijminahiya Kurdan saz dike. Zexta dawî ya li ser Şaredariya Diyarbekirê êrîşekî li Kurdewariyê ye û pêwîst e hemû Kurd rabin ser piyan û rê nedin viyana wan were şikênandin.

Pêr her du Hevserokên Şaredariya bajarê Mezin a Diyarbekirê Gûltan Kişanak û Firat Anli ji aliyê Polîsên Tirkiyê hatin girtin.

Li Diyarbekirê duh, di xwepêşandana şermezarkirina girtina Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Gultan Kişanak û Firat Anli de polîsan mudaxaleyê xwepêşanderan kir û gelek kes hatin binçavkirin. Dema bincavkirinan de jî parlementeran bertek li dijî polîsan nîşan dan.