Erdogan: Piştî Babê diçin Reqayê

Serokomarê Tirkiyê dibêje, piştî Babê ewê ber bi Reqayê ve biçin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê dibêje, li Sûriyê, piştî Babê ewê ber bi Reqayê ve biçin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan îro ragihand, ku operasyonên wan yên leşkerî li bakurê  Sûriyê wê berfehtir bibin, ku ewên piştî girtina bajarê Babê berê xwe bidin bajarokê Minbicê, herwiha piştre jî bajarê Reqayê.

Tirkiyê dixwaze beşdariyê di operasyona kontrolkirina Reqayê de bike, lê bi mercê ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) beşdariyê tê de neke.

Duh jî, Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihand ku, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku YPG hêzeke sereke ya hêzê ye, wê di operasyona kontrolkirina Reqayê de beşdar bin.

Artêşa Tirkiyê di 24ê Tebaxê de bi firokeyên şer ji esman û bi tank û topan dest bi operesyona Mertala Feratê li Cerablusê li nava xaka Sûriyê kiriye. Artêşa Tirkiyê jî operesyona xwe li Sûriyê ferehtir dike.