Li Tirkiyê mirina leşkeran ya bi guman e

Di vê serdema leşkeriya ku li xortan hatiye ferzkirin de hejmara "xwekuştina" bi guman a leşkaran her diçe zêdetir dibe.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê di leşkergehan de hejmara wan leşkerên ku bi îdiaya "xwekuştine" çûye ser 2 hezaran. Malbatên wan leşkerên ku "xwekuştine" li benda zelalkirina sedema mirina lavikên xwe ne.

Li Tirkiyê li gorî yaseya ku hatiye danîn, xortên ku bi ser 18 saliya xwe ketine û ji tebaya Komara Tirkiyê ne, li wan hatiye ferzkirin ku ligel kontrola xwe ya leşkeriyê, 12 mehan wek leşkerekî di nava Artêşa Tirkiyê de cih bigirin. Di vê serdema leşkeriya ku li xortan hatiye ferzkirin de hejmara "xwekuştina" bi şik ya leşkaran her diçe zêdetir dibe.

Li ser van mirinên bi şik yên di nava Artêşa Tirkiyê de Malbatên wan leşkeran bi hevkariya Komeleya Mafên Morovan daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandin. Rêvebirê Komeleya Mafên Mirovan Husnu Ondul li ser van rûdanan axivî û diyar kir ku pêwîst e Tirkiye wî mafê redkirina wicdanî ya leşkeriyê karîger bike û pêşî li mirina van xortan bigire.

Rêvebirê Komeleya Mafên Mirovan Husnu Ondul wiha got:"Ew kesên ku bûne sebebê canê wan ciwanan pêwîst e bên peydakirin û sedemên wan kuştinan jî bên eşkerekirin. Divê ji aliyê dozgerên sivîl ve lêkolînên berfireh bên kirin. Em dixwazin sucdar bên darizandin û bên cezakirin."

Li ser navê malbatên leşkerên ku bi şik canê xwe ji dest dane jî Oktay Can axivî û ragihand ku li gorî daneyên di destê wan de, di van deh salên dawîn de hejmara mirinên bi şik yên di nava Artêşa Tirkiyê de gihîştiye 2220an. Can diyar dike ku, heta niha wan bi dehan doz vekirine, lê belê ew dadger û dozgerên ku bi van dozan re eleqedar dibûn ji ber rêxistina FETOyê hatine girtin. Bi boçûna Can, ew leşkerên ku bi şik mirine jî ji sedî 90ê wan Kurd û Elewî ne û bizanebûn tên kuştin.

Bavê leşkerê bi navê Îmam Bîldîk ku bi şik miriye Hasan Bildîk  wiha bo K24ê axifî:"Kurê min di 10ê mijdara 2012an de li bajarê Uşakê ji aliyê fermandarê wî ve, dema ku di baregeha xwe de nobet digirt hate kuştin. Bi tenê sucê kurê min ew bû ku Kurd bû, Elewî bû. Beriya bê kuştin jî bi min re axivîbû û gotibû "dê li vir min bikûjin." Ey rayedarên hikûmetê yan kujerê kurê min peyda bikin, yan min jî bikûjin, ez ji vî dert û kûlan xelas bibim."

Her çiqas Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê bi hindek dozên emsal zor li Tirkiyê kiribe jî, Tirkiyê di nava yaseyên xwe de ew mafê redkirina wîcdanî ya leşkeriyê bi cih nekiriye û vî mafê wek mafekî rewa nade welatiyên xwe. Çi kesên bixwazin vî mafî bikarbînin jî yan têne girtin yan jî tên darizandin. Li gorî daneyên 2014an li Tirkiyê heta niha 255 kesên wek redkarê wîcdanî tevgeriyan e.