Li bajarê Samsunê 21 bergûmanên DAÎŞê hatin girtin

Duh jî, li Tirkiyê 81 bergûmanên DAÎŞê hatibûn binçavkirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê bajarê Samsunê 21 bergûmanên DAÎŞê hatin binçavkirin.

Li bajarê Samsûnê polîsan li ser zanyariya ku, DAÎŞ dê di 29ê Çiriya Pêşînê Pîrozbahiyên Salvegera Damezirandina Komara Tirkiyê de çalakiyên terorê bike, li dijî wê rêxistinê operasyonek berfireh pêk anî û bi ser malan de girt.

Di encama operasyonê de de 21 bergûmanên DAÎŞê hatin binçavkirin.

Li gor medyaya tirkiyê ragehandî ku, kesên hatine binçavkirin hemwelatiyên Iraqê ne û lêpirsîna wan li rêvebergeha ewlekariyê berdewam dike.

Duh jî, li Tirkiyê 81 bergûmanên DAÎŞê hatibûn binçavkirin.