Demirtaş : Heta Şaredar girtîn e çalakî û Xwepêşandan dê berdewam bin

Di 25ê vê mehê de, hevşaredarên şaredariya mezin ya Diyarbekirê Firat Anli û Gultan Kişanak bi biryara serdozgerê Diyarbekirê hatibûn girtin.

K24-Diyarbekir

Nerzîbûnên li ser desteserkirina Hevserokên şaredariya Diyarbekirê berdewam in. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDP Selahatîn Demiratş jî îro ,serdana şaredariyê kir û piştre jî daxuayniyekî da. Siyasetmedar û welatiyên Diyarbekirê nerazîbûna xwe ji bo pêkutiyên li ser şaredarî û saziyên Bakûrê Kurdistanê diyar kirin.

Dengvedan û nerazîbûnên desteserkirina Hevserokên Şaredariya Mezin yên Diyarbekirê Gultan Kişanak û Firat Anli berdewam dike. Piştî desteserkirina herdû şaredaran, parlamenterên HDPê û partî û saziyên li Kurd bi daxuyanî û xwepêşandanan nerazîbûn nîşandabûn. Di 27ê Kewçêrê de jî Hevserokê Giştî yê HDPê Selahatîn Demîrtaş û Hevserokê Partiya Heremên Demokratîk DBPê Kamiran Yuksek, piştî ku serdana Şaredariya Mezin ya Diyarbekirê kirin, axaftin kirin.

Selahatîn Demirtaş daxuyand ku, ji aliyê hûqûqî ve ew qas lêpirsîn hatine kirin lê tu tiştekî peyda nekirine û ew tawanên ku niha dikin jî hemû derewin. Şaredariyê hewlên ku daye ji bo aştî û rêbazên diyalogê vebibin daye. Demirtaş dazanîn ku li Tirkiyeyê rewşa awarte li dijî cuntekaran hatiye ragihandin û nabe ku ji bo bê hûqûqî li dijî gel û îradeya wan bê bikaranîn. Hevserokê HDPê balkişand ku, xwepêşand û diyar kirina nerazîbûnan mafên destûrî û welatîbûyînê ye û nayê qebûl kirin ku li ku derê xwepêşandan bibe poLês destwerdanan bikin.

Hevserokê Giştî yê DBPê Kamiran Yuksek jî, balkişand ku, xebatkarên şaredariyan xebatên xwe ji bo armancekî dane rawestandin û daxwaz kir ku heta hevserokên Şaredariya Mezin neyên berdan welatî jî piştgiriya wan bikin.

Kamiran Yuksek Hevserokê DBPê Kamiran Yuksek wiha got:"Polîtiqayên ku li Rojavayê Kurdistanê dimeşînin çibe, yên ku li ser Başûrê Kurdistanê dimeşînin çibe, ev polîtiqayên niha li vê derê, hemberî Amedê didin meşandin jî heman e. Ew polîtqayan bi giştî polîtîqayên dijminayiya Kurda ne."

Welatiyan jî nerazîbûn nişandan û daxwaz kirin ku, destwerdan li îradeya wan neye kirin.

"Yanî di rejîmên diktatorî de encax tiştên wiha dibin, çimkî xelqê bijartiye û gel dikare wan ji wê peywirê bigre, wekî din mafê tu hêzekî nîn e. Dive ku îro bi demkî qeyûman deynin û pêqutiyan bikin. Lê ewê dîsa hilbijartin bibe û ev gel dê careke din bibijêre û gel dê li îradeya xwe xwedî derkeve û derdikeve jî."

Di 25ê vê mehê de, hevşaredarên şaredariya mezin ya Diyarbekirê Firat Anli û Gultan Kişanak bi biryara serdozgerê Diyarbekirê hatibûn desteser kirin û heta niha jî dora şaredariyê ji aliye polêsan ve hatiye dorpêç kirin.