Bûseyna Şaban:Amerîka çekdarên DAIŞê rêdike Sûriyê

Berî niha Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd El-Mûelim ragehandibû ku, Amerêka naxweze çekdarên DAIŞê ji Sûriyê derbike.

K24-Navenda Nûçeyan

Şêwermenda Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed Bûseyna Şaban ragehand ku, Waşington dixweze, çekdarên DAIŞê li navçeyên Mûsilê dorpîçbike û bişne Sûriyê.

Derbarê vê yekê Şêwermenda Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed Bûseyna Şaban ji RT ragehan ku, Rûsya û Sûriyê ti carî qebulnakin ku, Amerîka çekdarên DAIŞê rêke Sûriyê, da zanîn ku, bi wî şêweyên ku, bajarê Mûsilê dorpîçdikin diyar dibe ku, ew dixwazin wan çekdaran bo Sûriyê rêbikin.

Berî niha Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd El-Mûelim di serdana xwe ya li Rûsyayê ragehandibû ku, Amerêka naxweze çekdarên DAIŞê ji Sûriyê derbike, tenê dixwaze, wan ji Iraqê veguhezîne Sûriyê.

Mûelim dabû zanîn ku, Hevpeymaniya Navdewletî jêrxaneya aborî ya Sûriyê dikir armanc, herwiha gelek pirên giring li ser çemê Firatê wêrankirin.