Encûmena Asayişê armanckirina dibistanan şermezar dike

Encûmena Asayişa Navdewletî daxwaza lêkolîneke taybet derbarê êrîşên li ser dibistanan li Parêzgeha Idlibê û Helebê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Asayişa Navdewletî daxwaza lêkolîneke taybet derbarê êrîşên li ser dibistanan li Parêzgeha Idlibê û Helebê kir.

Piştî encamdana çend êrîşan li ser dibistanekê li gundên Idlibê, ku di encamê de 22 zarokan û çend mamosteyan canê xwe jidest dabûn. Encûmena Asayişa Navdewletî ev êrîş şermezar kir û daxwaza kir, ku lêkolîneke taybet derbarê vê êrîşê bê vekirin.

Herwiha Encûmena Asayişa Navdewletî daxwaz ji aliyên nakok li Sûriyê kir, ku bi yasayên navdewletî pabend bin û êrîşî bi vî rengî encam nedin, heger di bin çi rewşê de be jî.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov daxwaz kiribû, ku lêkolînekê derbarê armanckirina dibistanan li Sûryê were kirin. Herwiha Lavrov tuhmetên ku Rûsyayê dibistana gundê Has ya bi ser Idlibê ve red kir, diyar kir jî ku wêneyên di ragihandinê de hatine belavkirin, çêkirî ne.