Encûmena Babê: Em nahêlin biyanî di bajêr kevin

Hêzên Mertala Ferat ên ku artêşa Tirkiyê piştevaniya wan dikin, nêzîkî bajarê Babê dibin ku niha di bin kontrola DAIŞê de ye. Ji aliyê xwe ve fermandarên Encûmena Leşkerî ya Babê tekez dikin ku, ewê nêzîkane kampîna rizgarkirina Babê raghînin. Herwiha gazenan dikin ku, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî alîkariya wan nakin.
kurdistan24.net

K24 – Kobanê

Di demkê de ku şer û pevçûn li devera Babê di navbera hêzên opozîsyona Sûriyê û çekdarên DAIŞê de derdikevin, şervanên Encûmena Leşkerî ya Babê yên ku li devera Şehba pêş ve diçin, xwe ji bo her şerekî amade dikin. Herwiha ew encûmen hewl dide ku welatiyên ji deverên DAIŞê direvin, ji bo deverên di jêr desthilata xwe de veguhêzin.

Ji heyama heftiyekê ve çekdarên opozîyona Sûriyê bi piştevaniya Artêşa Tirkiyê ji aliyê Cerablus û Mari'ê ve  êrîşî devera Babê dikin û hejmarek gund ji jêr destê DAIŞê derxistine. Di heman demê de Encûmena leşkerî ya Babê li hêviya Hevpeymaniya Navdewletî ye, ku soza piştevaniya asîmanî bicî bîne. Herwiha Fermandarên Encûmena Babê tekez dikin, ku ew nahêlin ti hêzên biyanî bajarê Babê dagîr bikin û ewê bi xwe rizgar bikin.

Bi destpêka operasyona Mertala Ferêt ji aliyê hêzên opozîsyona Sûriyê ve ku heta niha hezar û 300 k.m çargoşe kontrol kirine û tenê 7 k.m di navbera wan û  bajarê Babê de ma ye.

Hin çavdêr dibînin ku, Encûmena Leşkerî ya Babê bê rol dimîne, ji ber ku  hêzên opozîsyonê rijd in ku derbasî Babê bibin û beşdariyê di şerê Reqayê jî de bikin.