Li Stenbolê di festîvalekê de pirtûk û belgeyên dîrokî tên dîtin

Her wiha berhemên ku di bin xetereyê de ne jî tên parastin.
kurdistan24.net

K24-Stenbol

70 sahafên ji çar aliyên Tirkiyê, bi hezaran berhemên nivîskî yên kevin, li Stenbolê di festîvala sahafan de, pêşkeşî hemwelatiyan dikin. Berhemên dîrokî ku bi gelek zimanên cuda behsa babetên dîrokî dike ji aliyê hemwelatiyan ve rastî eleqeyeke mezin tê.

10'emîn festîvala sahafan a Beyogluya Stenbolê, li qada Taqsîmê dest pê kir. Ji Stenbolê û ji bajarên cuda yên Tirkiyê, 70 firoşkarên pirtûkên kevin hatin festîvalê. Rojnameyên ji heyama Osmaniyan bigirin heta belge û dokumanterên sed salî ku, zû bi zû nayê dîtin, mirov dikare di vê festîvalê de peyde bike.

Kevnefiroşê Pirtûkan Alî Gokhan Tug wiha got:"Ez wek firoşkarê pirtûkên kevn, ev 6 sal e ji Enqereyê têm festîvala sahafan. Em zêdetir berhemên Osmanî, Almanî, Fransî, Îngîlîzî ku beriya sala 1950'an hatine nivisîn difiroşin. Çavkaniyên biyanî yên navneteweyî jî di vir heye. Bi taybetî ji bo lêkolîner û akademîsyenan ev sahaf fersendeke mezin e."

Bi hezaran pirtûk û kovarên bi zimanên Erebî, Tirkî, Kurdî, Îngîlîzî, Almanî û Ermenî hatine nivisîn û tê de behsa bûyerên edebî, dîrokî civakî û siyasî tên kirin bala xwendekaran dikêşîne. Eleqeya ku bo festîvala sahafan a îsal tê nîşandan li gor salên berê zêde ye.

"Beramberî pêşketina teknolojiyê, mirov bêriya pirtûkan û bîhna kitêban dike. Ez cara yekem e hatim vêderê û ji xwendina pirtûkan pir hez dikim. Ji Mesnewiyan bigirin heta pirtûkên din gelek berhem hene. Zêdetir kitêbên bergên stûr bala min dikêşîne. Ez ê hewl bidim hemû sahafan bigerim."

Bûyer û axiftinên girîng ên dîrokî, ku di serî de li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn qewimine, bi saya festîvala sahafan bo pêşerojê tê veguhsetin û nayê jibîrkirin. Her wiha berhemên ku di bin xetereyê de ne jî tên parastin.