Votel:Me dest bi armanckirina serkirdeyên DAIŞ li Reqayê kiriye

Heta niha 36 serkirdeyên DAIŞê li Mûsilê hatine kuştin.

K24-Navenda Nûçeyan

Fermandeyê Hêza Navendî ya Amerîka Joseph Votel ragihand ku, wan dest bi armanckirina serkirdeyên DAIŞ li Reqayê kirin.

Di hevpeyvîneka xwe de ligel tora CNN a Amerîkî Fermandeyê Hêza Navendî ya Amerîka Joseph Votel wiha got: "Ji mêjve em amadekariyên xwe bo Reqa û Mûsilê dikin, heta niha 36 serkirdeyên DAIŞê li Mûsilê hatine kuştin."

Votel da zanîn ku, bi heman pilanê ewê serkirdeyên DAIŞê li bajarê Reqayê jî bikin armanc.

Berî niha Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê Ashton Karter ragehandibû ku, wê hevdem ligel operasyona Mûsilê dest bi operasyona Reqayê jî bikin.

Di 17ê vê mehê de Operasyona rizgarkirina Mûsilê ji aliyê Artêşa Iraqê ve destpêkir, Hêzên Pêşmerge jî bi sê aliyan ve beşdarî di wê operasyonê de kir.