Ji destpêka kirîza Sûriyê û heta niha ti çareserî ne hatine dîtin

Berpirsên Rêveberiya Xweser tekez dikin ku, kirîza Sûriyê dê bi salan dirîj bike .
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Di van her sê salên dawî de ji kirîza sûriyê,ku şerûpevçûn dinav girûpên çekdar ên radîkal û hêzên opozosyona Sûriyê ji alîkî ve û di nav artêşa Sûriyê û hêzên navhatî de ji alîke din ve,çarenivîsa Sûriyê ber bi paşerojeke ne diyar ve diçe.

Berpirsên Rêveberiya Xweser tekez dikin ku, dê kirîza Sûriyê bi salan dirîj bike û egere şerekî cîhanî heye, loma ew dibînin ku, Hêzên Sûriya demokrat HSD ku YPG,YPJ bingeha serekene di nav de,dê parçeyek ji çareseriyê be.

Li gorî hin çavdêran di dema borî de Sûriyê aliyeke sereke bû di rojhilata navîn de, lê piştî buhara Erebî xaka Sûriyê bûye cihekî guncaw ji berjewendiyên hin dewletên herîmî û navdewletî re.

Loma helwestên hin aliyên navnetewî wek Rûsiya û Amerîka têne guhertin li gorî berjewendiyên wan û bê dengiya wan derbarê destêwerdana Tirkiyê di xaka Sûriyê de vê nerînê tekez dike.

Hin çavdêrên siyasî dibînin ku paşeroja Sûriyê ber bi rewşa belqanê nê ve ya sala 1914an diçe.Li gorî hin saziyên mafên mirovan jî,nêzî 11 milyon welatiyên Sûrî koçber bûne û Ji wan nêzî 7 milyon kes ji derveyî Sûriyê ne.li gel ruxandina bajarên sereke di Sûriyê de herweha bi sedhezaran qurbanîjî hatin dayîn. eger rewşa Sûriyê bi vî awayî berdewam bike,dê rêjeya qurbaniyan û wêrankirina Sûriyê zêde bibe.