Tirkiyê dixwaze operasyona Reqayê piştî ya Mûsil destpê bike

Di 17ê meha borî de Operasyona rizgarkirina Mûsilê ji aliyê Artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge ve destpêkir.

K24-Navenda Nûçeyan

Tirkiyê daxwaz dike ku, Operasyona Reqayê piştî bidawîbûna Operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê Mertala Ferat destpê bike.

Derbarê vê Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Numan Kurtulmuş di daxuyaniyekê de ji ajansa Reutersê re ragehand ku, welatê wî dixwaze Operasyona Reqayê piştî bidawîbûna operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê Mertala Ferat destpê bike.

Kurtulmuş da zanîn ku, helwesta welatê wî derbarê operasyona Reqayê zelal e û ya baş ewe ji rûyê Stratejîk û leşkerî ve operasyona wî bajarî paş ya Mûsil û Mertala Feratê destpêbike.

Di 17ê meha borî de Operasyona rizgarkirina Mûsilê ji aliyê Artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge ve destpêkir, heta niha çendîn navçe û şar hatine rizgarkirin.