Ji bo çareseriyê Barzanî û Erdogan aktorên Serekî ne

Lêkolîneran pêşbînî kirin ku, dê demeke din Jî rewşa aloz, li Tirkiyê û bi taybet Bakûrê Kurdistanê bidome û dîsa pêşbînî kirin û hêvî dan ku dê proseyeke ji bo aştiyeke mayîn de jî destpê bike.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Rewşa Aloz û tunrew ya li Bakûrê Kurdistanê, piştî rewşa awarte jî, xirabtir bû. Ew teşeya ku civak û çavdêrên siyasî wek metirsî behs dikir, dibêjin niha pêkhat û baldikşînin ku ev rewş berpirsyariya hemû partiyên siyasî ne. Lêkolîner û çavdêr bo Kurdistan24 diyar kirin ku aktorên bihêz dikarin, şer bidin rawestan û rola Serokê Herema Kurdistanê Mesûd Barzanî girîng nirxandin.

Rewşa tund û aloz li Tirkiyeyê û Bakûrê Kurdistanê, gihiştiye asteke bilind. Her çiqas civak daxwaza pêkhatina aştiyê bike û li ser civakê pirsgirêkên mezin peyda bibin jî, her diçe tundtir encamdayîn derdikevin holê. Lêkolînerên civakî û akademisyen didin zanîn ku, aramiya Tirkiyeyê êdî bi arambûyîna rojhilata navîn ve girêdayî ye.

Serokê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dicleyê (DÎTAMê) Mehmet Kaya bo Kurdistan24 ragihand ku, Tirkiye dikaribû pirsa Kurd di nav xwe de çareser bike, lê nekir û niha jî êdî pirsgirêka Kurd û Kurdistanê buye pirsgirêka navdewletî. Kaya dazanîn ku êdî aşkere buye ku Kurd bê statu namînin û balkişand ku Serokê Herema Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser navê Kurdan, Recep Tayîb Erdogan jî li ser navê Tirkan 2 aktorên bihêzin.

Serokê DÎTAMê Mehmet Kaya wiha axifî:"Li vir rolên girîng dikevin ser milên birêz Barzanî û Erdogan, di berdewam kirina vî şerî de, zirara herî mezin digihê Kurdan û Tirkan. Divê ew herdû aktorên bihêz, hewla ku proseyeke hevpar ya aştiyane çêbikin bidin. Ji bo rawestandina van şer û aloziyan teqez divê van aktoran aqlê xwe û hêza xwe bikar bînin."

Akademisyen û Rêvebira Navenda Lekolînên Civakî yên Nû û Sitratejîk Li Rojhilata Navîn (YORSAM)ê Turkan Gorler jî dazanîn ku, ji ber kêmasiyên siyasetmedaran û xweferz kirina wan ya li ser hev civak ketiye vê rewşa xeter û diyar kir ku divê teqez şer bê rawestan û di bingeheke pîvanên wekheviyê rêyên çareseriyê bên peyda kirin.

Akademisyen Turkan Gorler wiha got:"Em jî matmayî û wek îbret li pêkhateyan temaşe dikin, rewş wisa buye ku tenê dengê çekan û şer li ser civakê serwer buye. Divê demek zûtir ev şer bê rawestandin û rêyên çareseriyê bikevin meriyetê. Civak ji ji siyasete û siyasetmedaran vê berpirsyariyê dixwaze û çaverê dike."

Lêkolîneran pêşbînî kirin ku, dê demeke din Jî rewşa aloz, li Tirkiyê û bi taybet Bakûrê Kurdistanê bidome û dîsa pêşbînî kirin û hêvî dan ku dê proseyeke ji bo aştiyeke mayîn de jî destpê bike.