Li Wanê 2emîn salvegera PAKê hate pîrozkirin

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) di Cotmeha 2014an de hate damezirandin û di Berçeleya 2014an de li Tirkiyê bi awayekî fermî wek partî hate qebûlkirin. Di vê çarçoveyê de li bajarê Wanê 2emîn salvegera damezirandina PAKê hate pîrozkirin.

K24 – Wan

Pîrozbahî li avahiya PAKê ya rêxistina Wanê bi beşdarbûna rêveberên PAKê, endam û welatiyan ve hate kirin. Di pîrozbahiyê de di derbarê xebat û perspektîfa partiyê de endamê civata PAKê Îsmet Elçî axaftinek kir.

Îsmet Elçî rave kir ku, di hemû çalakî û kêşeyên civakî de PAKê her gav destê xwe yê alikariyê dirêjî hemû kesan kiriye û di serî de li bajarên Bakurê Kurdistanê, her çar parçeyên Kurdistanê cem Kurdan bûne û xebatên xwe kirin e. Elçî axaftina xwe wiha berdewam kir:

“PAKê têkoşîn û destkeftîyên hemû perçeyên Kurdistanê wekî yên xwe dît û got ez partîya azadîya Bakurê Kurdistanê me. Got, ez ne beşeke ji ti partîyên perçeyên din im. Ez ê li ti perçeyên din ê Kurdistanê wekî partîya wan perçeyan rêxistinên xwe daneynim. PAK alîgir, piştgir, hevkar û birayê doza azadiya Kurdistanê ya her perçeyî ye.”