Bi kuştina Bexdadî DAIŞ bi dawî dibe

El- Bexdadî hê li Mûsilê dimîne.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên ragehand ku, Serokê rêxistina DAIŞê Ebo Bekir El-Bexdadî heta niha li Mûsilê ye, da zanîn ku, kuştina wî wateya wê bidawîbûna DAIŞê ye.

Di hevpeyvîneka xwe de Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên ligel ronameya "Independent" a Brîtanî re wiha Got:"Li gor zanyariyên min Serkirdeyê DAIŞê Ebo Bekir El-Bexdadî hê li bajarê Mûsilê dimîne."

Hisên da zanîn ku, kuştina Serkirdeyê DAIŞê wateya wê Bidawîbûna wê rêxistinê ye.Aşkere kir ku, El-bexdadî bi avakirina Dewleta Xilafetê piştî bajarê Mûsilê dagîr kir sala 2014ê bala cîhanê kişan.