Tevgera Goranê xwe bi aliyekî dike

Biryar e 10 vê mehê Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê bicive û dawî biryara xwe derbarê man yan vekişandina ji kabîneya heştemîn ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bide.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e 10 vê mehê Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê bicive û dawî biryara xwe derbarê man yan vekişandina ji kabîneya heştemîn ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bide.

Li ser vê pirsê Berdevkê Fermî yê Tevgera Goranê Şoreş Hacî ji K24ê re ragihand, Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê ku hemû biryarên Tevgerê li xwe digire, di rojên 10 û 11 Mijdarê li Silêmaniyê dicive.

Hacî amaje kir, ji demekê ve ye Tevgera Goranê mijûlî encamdana zincîreke ji civînan ji hemû rêxistinên wê re ye, bo helwesta her rêxistinekê bizanin, da ku Tevgera Goranê bizane çi gavekê bavêje.

Hacî got jî: “Bijardeya vekişandina ji kabîneya heştemîn ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bihêztirîn bijarde ye.” Lê Hacî amaje bi wê yekê kir jî, ew nizane dê piştî 8 rojên din bigihin çi biryarê.

Berdevkê Fermî yê Tevgera Goranê Şoreş Hacî got ku, kabîneya heştemîn ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye şikandin.

Li ser heman pirsê, Rêkxerê Tevgera Goranê Newşêrwan Mustefa roja 29 Cotmeha bor ji Londonê ve gotarek arasteyî rêxistinên wê tevgerê kiribû û daxwaz ji hemû rêxistinê wê tevgerê kir ku, nêrîna xwe derbarê vê qonaxê de dibin, ka çi bikin û dikarin çi bikin.