Amerîka daxwaza Tirkiyê red dike

Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka daxwaza Tirkiyê ya paşxistina operesyona kontrolkirina Reqa li Sûriyê red kir û got, li gor plana ku hatiye danîn dê ew operesyonê were birêvebirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka daxwaza Tirkiyê ya paşxistina operesyona kontrolkirina Reqa li Sûriyê red kir û got, li gor plana ku hatiye danîn dê ew operesyonê were birêvebirin.

Amerîka ragihandibû ku operesyona Reqayê bi hevbeşî ligel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hêza wê ya sereke ye, dê were kirin.

Daxuyaniya Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka Ashton Carter piştî wê yekê hat, Tirkiyê ji Amerîka daxwaz kiribû, operesyona kontrolkirina Reqayê bipaş bixe û piştî operesyona rizgarkirina Mûsilê û Mertala Ferat li Sûriyê bidawî bibe, dest bi şerê Reqayê bibe.

Carter di konferanseke rojnamegerî de ragihand û got: “Derbarê rola Tirkiyê di operesyona kontrolkirina Reqayê de guftûgo berdewam in, lê girtina Reqayê li gor plana me dê bi rê ve biçe.

Tirkiye rahênanê bi hezaran çekdarên opozîsyona Sûriyê ya nêzîkî wê dike, bi niyaz e di çarçoveya operesyona rizgarkirina ferat de zemîneke baş bi bestê xwe bîne û beşdarî şerê Reqayê bibe.

Di demekê de, ku tenê HSDê di warê braktîkî de karînên wê bo şerê Reqayê heye, herwiha fermandarekî Amerîkî gotiye, ew take hêz e di demeke kurd de dikarin beşdarî operesyona Reqayê bibin.