Tirkiye: Sala bê dîwar bi temamî tê avakirin

Wezîrê Bergîtiyê yê Tirkiyê dibêje, ta nîvê sala 2017an ewê dîwarê xwe yê sînorî bi Sûriyê re temam bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergîtiyê yê Tirkiyê dibêje, ta nîvê sala 2017an ewê dîwarê xwe yê sînorî  bi Sûriyê re temam bikin.

Wezîrê Bergîtiyê yê Tirkiyê Fikrî Işik di daxuyanyekê de li parêzgeha Hetay got, heta niha desthilata welatê wî kariye dîwarekî bi dirêjahiya 270  k.m li ser sînorê bi Sûriyê ava bike. Herwiha amaje bi wê yekê kir ku, gerek e bi dirêjahiya 520  k.m din jî dîwar were zêdekirin.

Ji sala 2014an ve Tirkiyê weke ku ew dibêje, ji bo parastina sînorê xwe û rêgirtinê li pêş qaçaxiya penaberan dest bi avakirina vî dîwarî kir, ku ev yek jî dibe cihê şermezarkirna welatiyên Rojavayê Kurdistanê, ji ber bi avakirina vî dîwarî re çend metroya derbasî xaka Rojava dibe.

Herwiha li ser sînorê bi Efrînê re jî, Tirkiyê bi hezaran darên zeytûnê yên welatiyên Efrînê hildike û dîwar ava dike.