Demîrtaş li girtîgeha Edîrneyê hate zindankirin

Bi balefirê birin wê zindanê

K24-Navenda Nûçeyan

Hevserokê HDP Selahedîn Demîtaş ku, li Diyarbekirê hat girtin, li girtîxaneya Edîrneyê hat zîndanîkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Dozgeriya Komarê ya Diyarbekirê duh, Hevserokê HDP Selahedîn Demîtaş hatibû girtin,şeva borî bi balefirê birin Zîndana Tîpa F ya Edîrneyê û li wir hat zîndanîkirin.

Hevseroka HDP Fîgen Yuksekdag jî di Girtîxaneya Tîpa F ya Kocaelî hat zîndanî kirin.

Duh her du hevserokên HDP ligel 9 parlamenterên HDP hatibûn binçavkirin û ji wan her du hevserok û Îdrîs Baluken, Gulser Yildirim, Nursel Aydogan, Leyla Bîrlîk, Selma Irmak, Ferhat Encu hatin girtin. Sirrî Sureya Onder, Zîya Pîr û Îmam Taşçîer bi kontrola edlî serbest hatin berdan.

Lêpîrsînan Abdulah Zeydan parlamenterê Colemêrgê berdewam dike.

Herwiha biryara binçavkirina Faysal Sarîyildiz, Tuxba Hezer û Nîhat Akdogan hatiye dayîn lê ew ji ber ne li Tirkiyê ne, nehatin binçavkirin.