Karvedanên girtina Hevserokên HDP berdewam in

Biryare îro, jî li gelek bajarên Ewropa û Kurdistanê xwepêşandan werin li darxistin.

K24-Navenda Nûçeyan

Girtina Hevserokên HDP Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag tevî 6 parlamenteran dengek mezin di nav kurdên derveyî welat, Tirkiye û Kurdistanê veda. Kurdên bi dehan bajarên Ewropa xwepêşandan dar xistin.

Li paytexta Fransayê Parîsê, Marsilya û Bordo û gelek bajarên din, li Almanya Munîx û Mainhelm û bajarên din, li Madrîda Îspanya, Mîlanoya Îtalya û bi dehan bajarên din yên Ewropayê xwepêşandên şermezarkirina girtina parlamenterên HDP hatin darxistin.

Herwiha li Parîsê rê hatin girtin û Garên Trênê hatin dagirkirin.

Li Tirkiyê jî Stenbol, Îzmîr, Adana û gelek bajarên din û her wiha li bakurê Kurdistanê jî girtina parlamenteran hat şermezarkirin.

Hat ragehandin, îro jî li gelek bajarên Ewropa û Kurdistanê xwepêşandan dê werin darxistin.