Pêşangeha hevçerx ya Stenbolê deriyê xwe vekir

Yazdemîn pêşangeha hevçerx ya Stenbolê berhemên hunera hevçerx yên herî serincrakêş û berketî li Stenbolê pêşkêşî hunerhezan kir. Di fuara îsal de ji 20 dewletan ji 70 pêşangehan 520 hunermend, bi hezar û 500 berhemên xwe yên ji hevdu balkêştir û berketîtir, derketin pêşberî mereqdarên hunera hevçerx.
kurdistan24.net

K24 – Stanbol

Yazdemîn pêşangeha hevçerx ya Stenbolê berhemên hunera hevçerx yên herî serincrakêş û berketî li Stenbolê pêşkêşî hunerhezan kir.

Di pêşangeha îsal de ji 20 dewletan ji 70 pêşangehan 520 hunermend, bi hezar û 500 berhemên xwe yên ji hevdu balkêştir û berketîtir, derketin pêşberî mereqdarên hunera hevçerx.

Wênesazê Kurd yê li cîhanê bi nav û deng Ehmed Gûneştekîn jî bi berhema xwe ya bi navê "Zûlkarneyn, Rêwitiya ber bi nemiriyê ve" beşdarî vê fuarê bû.

Wênesaz Ehmed Gûneştekîn ji K24ê re axivî û got: “Zûlkarneyn di Quranê de ayetek e. Min di vê berhemê de rêwitiya ber bi nemiriyê ve rave kir. Rêwitiyeke 3 hezar û 500 salî, rêwitiyeke ji tabletên Gilgamişê yên ku li Babîlê hatinê dîtin anku heta tabletên Sûmeran.”

Gûneştekîn di vê berhema xwe ya newaze û bêhempa de bi hezaran materyalên metal, neynik û kiloxên ku nemiriyê temsîl dikin bikar aniye. Herwiha Gûneştekîn got jî: “Qiloç û kilox di hemû kultûran de nemiriyê sembolîze dikin. Li gorî min ev rêwitî ji çar parzemînan despêkiriye, ji ber wê jî min ji 4 parzemînan qiloçên 12 cûre ajelên kûvî wekî qalib bikaranî û min di çêkirina wan de gelek materyalên cûda bikaranî. Min nexş û nîgarên rêwitiya xwe ya mîtolojîk li qiloç û kiloxên ji 4 parzemînan berhevkirî barkir. Îfadeya van 450 kiloxên ku di nav berhemê de cî digirin ji hev cûdan e. Bi awayekî din ez dikarim bibêjim, rêwitiyeke xwedî felsefeyeke bi hêz e.”

Di pêşangehê de berhemên hin hûnermendên penaber yên ji Sûrî jî, gelekî bala hûnerhezan kişand. Yek ji berhemên herî balkêş yên ji van hunermendên penaber jî berhema hunermendê ji Sûrî Saphan Adem bû ku, helbesteke evînê li ser tabloyeke xêzkiriye.

Gerînendeyê Galeriya Hunerê Hûseyîn Emîroglu got: “Di vê berhemê de helbesta evînê ya helbastvanê bi nav û deng yê Nizar Kabbaniyê Surî hatiye xêz kirin. Hûnermend, ev helbestê li gor hestên derûniya xwe honandiye û veguhêstiye ser tabloyê. Vê berhemê bala gelek hûnerhezan kişand ser xwe.”

pêşangeha ku li cîhanê wekî yek ji pêşangehên herî girîng ya hunerê tê zanîn di destpêka vebûnê de ji aliyê gelek hûnerhezan ve hat ziyaretkirin. Tê pêşbînîkirin pêşangeha ku dê 4 rojan ji bo hunerhezan vekirî be; ji aliyê 10 hezaran mirovan ve bê ziyaretkirin.