Çalakiyên li dijî girtina Hevserokên HDPê berdewam in

Di dawiya çalakiyê de gelek çalakvan hatin desteserkirin.
kurdistan24.net

 

K24-Stenbol

HDP, li Stenbolê ji bo parlamenterên xwe yên girtî xwepêşandeneke li dar xist. Hêzên ewlekariyê bi gaza rondikrêj êrîş li girseyê kir. Gelek çalakvan jî hatin desteserkirin.

Li Stenbolê, di çalakiya alîgirên HDP de di navbera çalakvan û polêsan de rageşî derket.

Girseya ku ji bo şermazarkirina girtina parlamenterên HDP li qada Şîşliyê kom bûn, bi daxuyaniyeke çapemeniyê daxwaza berdana parlamenteran kir.

Hevserokê HDP'ê yê Şaxa Stenbolê Dogan Erbaş wiha got:"Biryara girtinê ku li ser parlamenter û hevserokên me hatine dayîn biryarên siyasî ne û saziya darazê serbixwe nîn e. Loma em guh nadin biryara wan. Bi vê biryarê hêviya hevjîn û aştiyê jî têk diçe."

Piştî daxuyaniyê alîgirên HDP'yî xwestin ku ji bo piştevaniya rojnamegerên girtî ber bi avahiya rojnameyê Cumhuriyetê ve biçin. Li ser vê polêsan hişyarî da komê da ku rê neyê girtin. Dûv re bi gaza rondikrêj û guleya plastîk êrîş li girseyê hat kirin. Gelek kes ji gazê aciz bûn.

Nivîskar û Serokê Weqfa 78'iyan Celalettîn Canwiha diyar kir:"Bi biryara girtina parlamenteran tê xwestin ku bila mafên demokratîk ên Kurdan li parlamentoyê neyê parastin. Li vêderê em di navbera girse û polêsan da rawestiyabûn ku rageşiyeke rû nede. Lê vaye destwerdana hêzên ewlekariyê hûn dibînin."

Komeke dijî HDP'ê, ket nava girseya HDP û li hev xistin.

Di dawiya çalakiyê de gelek çalakvan hatin desteserkirin.