Serokê Desteya Leşkerî ya DAIŞê hate kuştin

Li navçeya Yarince li rojhelatê bajarê Mûsilê di operasyona Hevpeymaniya Navdewletî de hate kuştin.

K24-Navenda Nûçeyan

Ragehandina şer a Artêşa Iraqê ragehand ku, Serokê Desteya Leşkerî yê DAIŞê ligel hejmarek alîkarên xwe  hate kuştin.

Derbarê kuştina wî berpirsî Ragehandina şer a Artêşa Iraqê daxuyaniyek belav kir tê de tekez kir ku, Serokê Desteya Leşkerî ya DAIŞê yê bi navê Mûhened Hamid Ibrahîm El-Eklat û bi navê Ebo Aîşe El-Bîlawî naskiriye hate kuştin.

Li gor daxuyaniya ragehandina şer ew berpirsê DAIŞê li gel hejmarek alîkarên xwe yên biyanî li navçeya Yarince li rojhelatê bajarê Mûsilê di operasyona Hevpeymaniya Navdewletî de hate kuştin.