Li Colemêrgê 6 leşkerên Tirk birîndar bûn

Li Colemêrga Bakurê Kurdistanê ji ber guleyeke Hawinê 5 leşkerên Tirkiyê birîndar bûn û ji ber teqîna bombeyekê leşkerekî din jî birîndar bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Colemêrga Bakurê Kurdistanê ji ber guleyeke Hawinê 5 leşkerên Tirkiyê birîndar bûn û ji ber teqîna bombeyekê leşkerekî din jî birîndar bû.

Di dema destpêkirina operesyona artêşa Tirkiyê li ser gerîlayên PKKê di navbera Gever û Çelê ya ser bi Colemêrgê ve, ji ber avêtina çend guleyên Hawinê 5 leşkerên Tirkiyê birîndar bûn.

Li heman navçeyê bi berdewamiya operesyonê re, mayînek bi leşkerekî de teqiya û bi giranî birîndar bû.

Li gor medyaya Tirkiyê belav kiriye, ku her 6 birîndar bi helîkopterê bo naxweşxaneya Colemêrgê hatin veguhastin.

Ji aliyekî din ve, li navçeya Şemzînanê şer û pevçûn di navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de derket. Lê heta niha ti zanyariyek derbarê wê pevçûnê de nehatiye ragihandin.