Pêwîstiya 3 girtiyên ENKSê bi neştergeriyê hene

Endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Mizgîn Remedan piştî 84 rojan ji zîndanên Rêveberiya Xweser serbest hate berdan. Remadan dibêje, rewşa tenduristî ya 3 girtiyên ENKSê ne baş e û pêwîstiya wan bi neştergeriyê hene.
kurdistan24.net

 

K24 – Girkê Legê  

Endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Mizgîn Remedan piştî 84 rojan ji zîndanên Rêveberiya Xweser serbest hate berdan. Remadan dibêje, rewşa tenduristî ya 3 girtiyên ENKSê ne baş e û pêwîstiya wan bi neştergeriyê hene.

Mizgîn ji K24ê re diyar kir ku, rewşa tendirustî ya 7 girtiyên ENKSê ne cîgir e herweha Mihemed Ismaîl, Dijwar Ibrahîm, Ferhan Hesen pêdiviya wan bi neştergeriyê heye.

Mizgîn Remedan da zanîn ku ji roja 15 Tîrmehê ve,92 kes ji berî 84 rojan ve hatibûn girtin û ta niha 47 endamên ENKSê di zîndanên Asayişa Rojava de mane, ji nava wan 16 girtî li herêma Efrînê û 31 kes jî li herêma Cezîrê hîn girtî ne.

Herwiha Mizgîn dibêje ku, serederiya  asayişan bi girtiyan re baş bû û kesên girtî bê dadgeh serbest têne berdan.