Bingeha DAIŞê dişewite

Şerê Mûsilê şereke dûvdirêj e.

K24-Navenda Nûçeyan

Îro sibehê, şereke giran li nava bajarê Mûsilê destpê kir, berî niha jî şer ne asan bû, lewma diyare şereke dirêj li nava bajarê Mûsilê de maye.

Her çende Hêzên Artêşa Iraqê karî biçin nav çen taxên Mûsilê, lê li du rojên borî de rastî êrîşên DAIŞê bûne û li çend navçeyan zirareke mezin gihaye wan.

Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Kurdistanê Mesrûr Barzanî sedemên şerê dirêj li nava Mûsilê bo ajansa Reutersê aşkere kir.

 

Barzanî dibêje: "Şerê ligel DAIŞê ber bi şereke dem dirêj ve diçe, ne tenê ji aliyê Leşkerî belko ji aliyê Aborî û aydiyolocî jî."

Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Kurdistanê Mesrûr Barzanî da zanîn ku, piştî Hêzên Pêşmerge hêla yekem a bergiriya DAIŞê şikandin, Hêzên Artêşa Iraqê li rojhelatê bajarê Mûsilê piştî wê pêşveçûn.Herwiha diyar kir ku, pêşbînî tê kirin ku,her çiqas Hêzên Leşkerî fişarê bixine ser çekdarên DAIŞê û li nava bajarê Mûsilê nêzîk bibe bergiriya DAIŞê tûndtir dibe.

Barzanî diyar kir ku, di sê mehên destpêkê de, yên Operasyona Rizgarkirina Mûsilê, DAIŞê firokeyên bêfirokevan ên bombekirî ber bi Hêzên Pêşmerge ve rêdikir, herwiha bi gaza Kilor û Xerdel topbaran dikir û bandora qenasan jî hebû, di destpêka operasyonê de jî Hêzên Pêşmerge zêdetir 50 otombîlên bombekirî yên DAIŞê teqandin.

Mesrûr Barzanî pêşbînî wê yekê jî dike ku, berî şer li beşê rojavayê bajêr dijwartir be, ji ber ku, hejmarek ji kolanên teng hene, otombîl û kelûpelên leşkerî nikarin çûnûhatinê bikin, herwiha dijmin jî bi armanca berevanî ji paytexta "Xilafetê" xwe dide kuştin li ser, ew jî dibe sedema dijwariya şer.

Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Kurdistanê dibêje:"Gelek corê cêwaz yên bombeyên çandinî hene, ku, li çend cihên cuda hatine rakirin, ligel wê yekê jî tektîka bikaranîna wan bombeyan tê guhertin."

Barzanî wiha jî Got: "Bi nimûne eger yek bome di nav malekê de were çandin û veşartin, eger ew bombe biteqe bombeyên hemû xaniyên derdorê jî diteqin."

Ji aliyeke din ve jêderek ji Fermandariya Operasyona "Em hatin Neynewa" ragehandin ku, piştî hewla Hêzên Artêşa Iraqê di kontirolkirina gundên bakurê bajarê Hemam Elîlde û bombebarankirina firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî, şerke dijwar li wê navçeyê destpê kir.

Niha Hêzên Iraqê hawla wê yekê dikin ku, seranserî gund û navçeyên bakurê bajarê Hemam Elîl ji destê DAIŞê bistînin, piştî wê nava bajêr kontirol bikin.

Ragehandina şer a Artêşa Iraqê yê ku, zanyariyên şer belav dike şeva borî kontirolkirina du gundên din ser bi bajarê Hemam Alîl ve ragehandin û di daxuyaniekê de aşkerekirbû ku, gundên Nehîre û Baxîre bi temamî hatin kontirolkirin, da zanîn ku, niha Hêza Iraqê bi baqijkirina wan gundan ji mayîn û teqemeniyên DAIŞê mijûle.

Ji aliyê xwe ve Nûnerê Serokê Amerîkayê Brett Mcugurk di kongiriyeke rojnamevanî de li Urdinê ragehand ku, şerê DAIŞê şereke dûvdirêj, herwiha Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîkayê divê, şerê bajarê Mûsilê û şerê bajarê Reqayê di yek demî de be.

Herwiha Nûnerê Serokê Amerîkayê amaje bi hevkariya Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê di operasyona Rizgarkirina Mûsilê de kir û bi giring binav kir.

Ji destpêka Operasyona Rizgarkirina Mûsilê di 17ê vê mehê de pêşmerge hêla sor a bergiriya çekdarên DAIŞê şikandin ku, di heyama 27 mehbûn DAIŞê ew navçe dagîrkiribû.

 

Pêşveçûnên Hêzên Pêşmerge û Hêzên Artêşa Iraqê Berpirsê rêxistina DAIŞê Ebo Bekir Bexdadî neçar kir ku, tomarkirineke deng belav bike, tê de daxwaz ji çekdarên xwe bike ku, bergiriyê bikin û xwe ji navçeyan neveşînin.

Di beyama Bexdadî dede bêhêvîbûna DAIŞê tê xuya ye û berçav e, herwiha tirsa wî ji wê yekê heye ku, çekdarên wî bergiriyê nekin, di heman demê de dirûstbûna raperînekê li nav bajêr jî diyar dibe.